Îlon 11, 2020 19:45 Asia/Tehran
  • Trump: ٍEmê hejmara hêzên xwe li Iraqê kêm kin û bi tenê 2 hezar leşker li wir ragirin

Serokê Amerîkayê ragihand, ew hejmara hêzên xwe li Iraqê bo 2 hezar leşkeran kêm dikin û diyar kir, ew vê yekê jî di demeke kurt de dikin. Trump herwiha got, ew hejmarek hêzên xwe li Sûriyê dihêlin û îdia kir ku ew alîkariya Kurdan jî dikin, daku jiyaneke xweştir bikin.

Di konfranseke rojnamevanî de, Donald Trump ragihand: Her wek Afxanistanê ku biryar e em hêzên xwe bo 4 hezar leşkeran kêm bikin û herwiha hejmara hêzên xwe li Iraqê jî bo 2 hezar leşkeran kêm dikin.

Trump herwiha got: “Kêmkirina hêzên me li herdû welatan di demeke kurt de dibe.”

Derbarê Sûriyê de Trump ragihand, ji xeynî wan hêzên ku pêwîst e bîrên petrolê biparêzin, ew hejmara leşkerên xwe li Sûriyê jî kêm dikin.

Trump derbarê Kurdên Sûriyê de jî îdia kir: “Em alîkariya Kurdan dikin û mijûlin ku jiyana wan zêde baştir û xweştir bikin, ev jî bi gotina Trump, ji ber petrol di dest wan de ye.”

Berê jî Trump ragihandibû, ku di dema 2 heta 3ê mehan de hêzên Amerîka ji Iraqê ji 5 hezar û 300 leşkerî bo nêzîka 3 hezar û 500 leşkerî kêm dikin.

Hêjayî gotinê ye ku sala par Trump li gor daxwaza serokomarê Tirkiyê Erdogan hêzên xwe ji bakura Sûriyê derxist û rê ji bo êrişa Artêşa Tirkiyê û çeteyên biyanî yên pê re ser kurdên Sûriyê vekir ku di encamê de gelek kurd ku piranî sivîl bûn hatin kuştin û birîndar bûn û bi hezaran malbatên kurd jî aware bûn û hin bajarên kurdan jî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyan dagîr bûn. 

Serepeyv