Îlon 11, 2020 12:57 Asia/Tehran
  • Li Urdunê depoya cebilxaneya leşkerî teqiya

Li Urdunê, li depoya cebilxaneyan a li baregeheke leşkerî teqîneke mezin pêk hat.

    Berdevkekî hikumetê daxuyaniyek da û diyar kir, "Sibeha Înê li depoyeke ku obusên notralîzebûyî yên hêzên çekdar lê bûn, teqînekê rû da."

Teqîn li qadeke bi 25 kîlometreyan dûrî Ammanê pêk hat.

Ji ber teqînê li herêmê şewateke mezin derket. Rayedaran diyar kirin ku heta niha tiştek bi kesî nehatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê teqîn ji ber pirsgirêka elektrîkê rû da.

Serepeyv