Îlon 05, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Hêsîrên filistînî li zîndanên Rêjîma Siyonîst di rewşeke weke cehenemê da ne

Desteya karên hêsîrên filistînî rewşa ragirtina van hêsrîan li nav zîndanên Rêjîma Siyonîst wek karesat da zanîn.

Li gorî malpera Arab24ê, Desteya karên hêsîr û azadbûyiyên Filistînê îro Şemiyê bi dxuyaniyekê ragihand ku hêsîrên filistînî li gorî germaya zêde û rêjeya bilind a hewayê şil li nav zîndanan, di rewşeke "Cehenemî" da derbas dikin.

Li gorî vê daxuyaniyê, Ev rewş nemaze li zîndanên Neqeb, Nefhe, esqelan, Demûn û Celbûyê tam tê xuyakirin.

Çarşemiya hefteya borî, Dawûd Telet Xetîb, ji hêsîrên filistînî ku 18 sal zindan lê hatibû birrîn, li zîndana Ûder a nêzikî Ramellahê ji ber êrîşa dil û sersariya rêveberên zîndanê şehîd bû.

Serepeyv