Îlon 05, 2020 14:14 Asia/Tehran
  • Bereya gelanî ya Rizgarkirina Filistînê:

Alîkarê sêkrêtirê giştî yê Bereya gelanî ya Rizgarkirina Filistînê kiryara Imaratê ya asayîkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst li dijî biryara Yekîtiya Ereban da zanîn û daxwaza avêtina vî welatî û vegeriyana Sûriyê bo vê yekîtiyê kir.

Ebû Ehmed Fuad, Alîkarê sêkrêtirê giştî yê Bereya gelanî ya Rizgarkirina Filistînê roja Şemiyê di gotûbêja bi Kanala Mesîreyê ra got: Bernameya asayîkirina pêwendiyên Imaratê digel dijminê siyonîst kiryareka êrîşkerane li dijî gelê Filistînê ye û desthilatdarên Imaratê ji billî asayîkirina pêwendiyan digel Imaratê, roleke wêranker jî di şerê Yemenê û wêrankirina vî welatî hebûne.

Alîkarê sêkrêtirê giştî yê Bereya gelanî ya Rizgarkirina Filistînê destnîşan kir: Pêwendiyên Imaratê digel Rêjîma Siyonîst bi bijartina Amerîkayê û dayîna serpişkiyên taybet bo Rêjîma Siyonîst ra têkildar e û dewleta Amerîkayê gişt kiryarên destdirêjane dijî ereban nemaze filistîniyan disepîne.

Alîkarê sêkrêtirê giştî yê Bereya gelanî ya Rizgarkirina Filistînê tevî pêgiriya li ser bijardeya berxwedana çekdarî û çalakirina berxwedanê jibo sekinîna li hemberî dijminê talanker ê siyonîst, got: Filistînî sozdarê Belgenameya Lihevkirina Neteweyî ne; Ji ber ku eslê wê, berxwedan di hemî şeklan da ji wan têkoşîna çekdarî ye.

 

 

Serepeyv