Tebax 19, 2020 22:53 Asia/Tehran
  • Hefter bi gerînendeyê îstixbarata şer a Misirê re civiya 

Fermandarê hêzên lîbyayî ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi gerînendeyê îstixbarata şer a Misirê lîwa Xalid Micawir re li baregeha giştî ya artêşa Lîbyayê civiya. 

Li gorî nîvîsgeha çapameniyê ya artêşa Lîbyayê, Hefter bi rêya gerînendeyê Rêveberiya Îstixbarata Şer a Misirê re peymaneke girîng ji serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî wergirtiye.

Çavkaniyekî Misirê yê duh ragihandibû ku tiştên di peymana Qeter û dewleta Tirkiyê de eşkere bûne ku perava Mesratayê ya Lîbyayê vegerîne perava Enqerê, li ser tevahiya herêmê binpêkirin û gefek e.

Çavkaniyê misirî ji Şerq El-Ewset re got li ser vegerandina bajarê Misrata yê Lîbyayê a baregeha leşkerî ya dewleta Tirkiyê piştî serdana wezîrên parastinê yên dewleta Tirkiye û Qeterê ji Terablusê re, matmayî ye. Her wiha li ser agahiyên di dezgehên çapemeniyê de têkildarî projeya vegerandina bajara Mesratayê ya Lîbayê ya baregaha leşkerî ji dewleta Tirkiyê re şaş maye. Her wiha çavkanî destnîşan kir ku tu biryar girêdayî vê mijarê binpêkirina peymana Sixêrat û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirkiye, Qeter û hikumeta Wîfaqê li ser dayîna pasportan ji çeteyên li Lîbyayê re erê kiriye. Ew çete dewleta Tirkiyê û Qeter ji bo piştevaniya hikumeta Wîfaqê li Terablusê, dişîne.

Serepeyv