May 28, 2020 20:23 Asia/Tehran
  • Balafirên Hevpeymaniya Siûdî dîsa deverên curbicur li Yemenê bombebaran kirin

Balafirên şêr ên Hevpeymaniya dagirker a Siûdî dîsa deverên curbicur li bakur û bakurê rojavayê Yemenê bombebaran kirin.

Li gor nûçeya îro ya kanala El-Mesîre ya Yemenê, balafirên şêr ên  Hevpeymaniya dagirker a Siûdî herî dawî 47 caran deverên curbicur li parêzgehên Mariub li navend, Cuf û Sede li bakur û Hecce li bakurê rojavayê Yemenê bombebaran kirin.

Herwiha di encama êrişa Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî ser şaristana Hîs ya parêzgeha Hudeydê de sivîlek can da..

Êrişên hevpeymaniya dagîrker a Siûdî li dijî gelê Yemenê di rewşekê de ne ku Rejîma Siûdî pêncşemê 9 Nîsanê ragihandibû ku bi awayê yekalî agirbesê li Yemenê bikar tîne û gotibû ku ev agirbes diqewme zêde bibe, lê piştî çend saetan vê hevpeymaniyê agirbesa xwe binpê kir.