Dewama êrişên Erebistanê li dijî Yemenê
Tevî piştgiriya Erebistana Siûdî ji pêşniyara sekreterê giştî yê NY bo damezrandina agirbesê li Yemenê, êrişên balefirên siûdî ser navçên curbicu ên Yemenê hertim didomin.
Li gorî rapora televîzyona Al-Mesîrê, balefirên cengê yên hevalbendiya siûdî siba roja îniyê navçên xelknişîn li navça Qafireyê ya bajarê El-Zahirê ya parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê bombebaran kirin ku li encama van êrişan sê sivîl hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Hudeydeya li rojava Yemenê, hêzên hevalbendiya Siûdî navça El-Cebeliyê li El-Tehîtayê û rojhilata gundê El-Dehfeşê li derdora bajarê dorpêçbûyî yê El-Derîhmiyê dan ber êrişên topxanan.
Hevalbendiya Siûdî herwiha navçên curbicur li parêzgehên Heceyê li bakurê rojava, Marib li navend û Omranê li bakur bombebaran kirin.
Sîstema berevaniya hewayî ya Yemenê li parêzgeha Cewfê li bakurê vî welatî karî bi avêtina mûşeka Fatir 1`ê, balefireke dijminê destdirêjkar beriya her cure kiryara bi dijminatî li esmanê bajarê El-Hezmê neçarî revînê bike.