Nîsan 02, 2020 10:57 Asia/Tehran
  • Rayedarên Yemenê xwest ku bila welatên cîhanê di navbera wan û Erebistana Siûdî de daweriyê bikin

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê ji Hevpeymaniya Dagirker a Siûdî xwest bila daweriya 12 welat û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo peydakirina reçareyeke siyasî bona bidawîkirina şêrr qebûl bike.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê Muhemed Elî El-Husî li Twittera xwe de nivîsî: Pêkhateyek ji 4 welatên erebî, 4 welatên Îslamî, sê welatên Asya û Rûsyayê bi NY derheq desdirêjiya leşkerî ya Hevpeymaniya Siûdî ser Yemenê û bidawîanîna şêrr daweriyê bikin.

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê, welatê Cezayir, Tûnis, Misir, Iraq , Pakistan, Malazya, Endonezya, Sîraleon, Rûsya, Çîn, Japon û Koreya başûr wek 12 welatên pêşniyarkirî ji bo daweriyê ragihand.

Ji ber kiryar, dagîrkerî û êrişên Hevpeymaniya Siûdî ser Yemenê heya niha zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes jî birîndar bûne, ji bilî vê yekê kiryarên hevpeymaniya hanê bûye sedem ku Yemen ji babeta kêmbûna xwarek û dew û derman û ardûyê bikeve ber felaket û karesateke mezin.