Nîsan 01, 2020 08:47 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî 108 caran agirbesa li Hudeydê binpê kir

Kanala El-Mesîre ya Yemenê duh êvarê ragihand ku dagîrkerên Siûdî û krêgirtiyên wan li 24 saetên bihûrî 108 caran agirbes li parêzgeha Hudeydê ya rojavayê Yemenê binpê kirin.

Li gor nûçeya kanala El-Mesîre ya Yemenê dagîrkerên Siûdî û krêgirtiyên wan bi dehan gullên hawanê û topan ber bi deverên curbicur li Hudeydê avêtin.

Balafirên Hevpeymaniya dagirker a Siûdî yên sixoriyê jî li ser vê deverê difirîn.

Taxima yemenî ya dewleta îstîfakirî ya Yemenê û komên din ên ser bi Riyazê  bi taxima Ensarullaha Yemenê re bi navbeynkariya  nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths  roja 13 Kanûna 2017 li Stokholmê paytexta Swêdê li ser damezrandina agirbesê li bendera Hudeydê ku riya sereke ya gihandina alîkariyan bo xelkê Yemenê ye li hev kirin, lê belê ji ber astengiyên ku Erebistana Siûdî çêkirine ev agirbesa ti caran bi awayekî tam cih nehatiye.  

Heya niha  çend caran ji bo kutakirina şer û cengê li Yemeê hewldan hatine kirin lê belê Erebistana Siûdî û hevpeymanên din ser riya biencambûna wê astengî û berbend danîne.