Daxûyaniya Ensarullaha Yemneê bona şermezarkirina cinayetên siyonîstan li dijî filistîniyan
Adar 31, 2020 15:51 Asia/Tehran
Nivîsgeha siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemneê dagirkeriya Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan ku bi piştgiriya dewleta Emerîkayê cih tê, şermezar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, tevgera Ensarullaha Yemenê roja duşemiyê li daxûyaniyekê bi boneya 44`mîn salvegera roja Erdê li Filistînê, Quds weke mijara herî giring a misilmanan û sedema yekitiya neteweyên ereb û Îslamî da zanîn û ser piştgiriya gelê Yemenê ji gelê mezlûm ê Filistînê û kiryarên hêzên berxwedanê teqez kir.
Tevgera Ensarullaha Yemenê her wiha ji hewldana hêzên berxwedana Filistînê li bersiva cinayetên Rejîma siyonîstî li dijî gelê Filistînê siapsî kir.