Sibat 26, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ereban: Bila hêzên navneteweyî li erdên filistînîyan bi cih bibin

Yekîtiya Ereban daxwaza bicihbûna dubare ya hêzên parêzvan ên navneteweyî li bajarê El Xelîlê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û tevahiya axa Filistînê kir.

Li gorî rapora ajansa Mea ya Filistînê, Seîd Ebû Elî, Alîkarê Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban di karên Filistînê da ku bi boneya Bîst û pêncemîn salvegera kuştina Herema Ibrahîmî ya El Xelîl diaxivî, li ser pêwîstiya pêkhatina rêkara cihanîna biryarên konvensiyona çarem a Cenevê ya piştevaniya ji welatiyên sivîl û pêşîlêgirtin li talankirina heyitiyên wan li erdên filistînî pêgirî kir.

Seîd Ebû Elî bajarokçêkirina israîliyan bi armanca siyonîstkirina navenda bajarê El xelîlê û derxistina şêniyên wî şermezar kir û daxwaza rawestandina êrîşa çekdarên siyonîst ser herem Ibrahîmî û rêgirtin li xwendina nimêjê di vî mekanê pîroz da kir.

Vî rayedarê Yekîtiya Ereban li ser pêwîstiya pêkanîna rêkara guncan a navneteweyî jibo rêgirtin li dubarebûna kuştina filsitîniyan û rawestandina kiryarên têrorîstî yên her rojî ji aliyê Rêjîma Siyonîst va li dijî wan pêgirî kir.