Sibat 26, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • 6 leşkerên dewleta istêfakirî ya Yemenê hatin kuştin û birîndarkirinê

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku herîkêm 6 leşkerên ser bi dewleta istêfakirî ya Ebderebe Mensûr Hadî li parêzgeha Mehrê hatin kuştinê û birîndar bûn.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Spotnikê, kesên çekdar li Hatê li rojhilata derîyê sînorî yê di navbera Yemen û Umanê de rê li ber leşekrên ser bi dewleta istêfakirî ya Ebderebe Hadî Mensûr girtin û 6 kes ji wan kuştin û yek jî birîndar kirin.

Di encama wê êrişê de, maşîn û alavên leşkerî yên hêzên ser bi Ebderebe Hadî Mensûr jî hatin şewitandinê.

Parêzgeha Mehrê ji Nîsana sala 2018`ê va bûye meydana xwenîşandana gel dijî leşekrên seûdî. Kirêgirtîyên seûdî parêzgeha Mehrê kirine baregeheke leşkerî.