Sibat 25, 2020 11:58 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Lubnanê terorkirina endamên Cîhada Îslamî ya Filistînê şermezar kir

Hizbullaha Lubnanê kiryara Rejîma Siyonîstî ya hedefgirtin û terorkirina fermande û endamên Cîhada Îslamî ya Filistînê şermezar kir.

Li gor IRNAyê Hizbullaha Lubnanê duh bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku bombebarankirina navenda Cîhada Îslamî ya Filistînê û şehîdkirina endamên vê tevgerê di encama cinayeta Rejîma Siyonîstî de, biryar û cidiyeta Hêzên Bexwedanê ji bo azadkirina erdên filistînî û pîrozgehên misilmanan qahêm û zêde dike.

   Hizbullaha Lubnanê herwiha bêdengiya dewlet û rêxistinên navneteweyî li hemberî cinayeta Rejîma Siyonîstî şermezar kir û ragihand ku Hizbullah  ji gişt mirovên bi şirafet ên cîhan dixwaze van cinayetên Rejîma Siyonîstî şermezar bikin û dengê xwe li hemberî vê rejîmê bilind bikin.

Rejîma Siyonîstî  duh serê sibê êrişî ser navenda Cîhada Îslamî ya Filistînê li derdora Şamê paytexta Sûriyê kir ku di encama vê cinayetê de du hêzên Taqburên Qudsê şehîd bûn. 

Herwiha Rejîma Siyonîstî roja yekşemê jî li başra Zîvala Xezê ciwanekî filistînî bi navê Muhemed El-Naeim şehîd kir û bi dûzerê çû ser meytê vî şehîdî û îhanet lê kirin.