Sibat 24, 2020 15:53 Asia/Tehran
  •  Pevçûna eskerên siyonîst bi filistîniyan re li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê

Eskerên Rejîma Siyonîstî bi filistîniyên rûniştiyê Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê re ketin pevçûnê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, eskerên Rejîma siyonîstî roja Duşemiyê êriş kirin ser malên filistîniyan li bajarokê Qebatiyê nêzîkî bajarê Cenînê li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û ciwanekî filistînî rewandin. 

 Filistînîyan jî wek bersiva bo cinayeta Rejîma dagirkirê Qudsê êriş kirin ser trimbêlên siyonîstan. 

Dewra teze ya nakokiyên navbera hêzên berxwedanê bi Rejîma Siyonîstî ji roja Yekşemiyê  bi şehadeta Muhemed El-Naim li hisara sînorî ya zîvala Gazayê destpê bûye. 

 Eskerên Rejîma Siyonîstî roja Yekşemiyê bi kiryareka li dijî însanî piştî şehîdkirina Muhemed El-Naim ciwanê filistînî li başûrê Zîvala Xezeyê bi dozerê ser termê vî şehîdê berxwedanê red bû. 

 Gurdanên El-Quds çiqa eskerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî wek bersiva bo cinayetên vê dawiyê yên siyonîstan li Zîvala Xezeyê, 20 rokêt ji vê zîvalê ber bi bajarokên siyonîstnişîn ên derdora vê zîvalê avêt.