Sibat 23, 2020 11:40 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya ser bargeha hêzên Mensûr Hadî li Mareba Yemenê

Bargeha hêzên serokomarê îstîfakirî yê Yemenê Ebdrebe Mensûr Hadî li bajarê Marebê naenda Yemenê kete ber êrişa mûşekan.

Li gor rapora malpera Exbar Yemen rayedarekî leşkerî yê dewleta îstîfakirî ya Yemenê şeva borî got: Bargeha Sehn El-Cin li bajarê Marebê kete ber mûşekê.

Dewleta Ebdrebe Mensûr Hadî , Tevgera Ensarullaha Yemenê sebebkarê vê êrişa mûşekî da zanîn û got: Lê hîn ev êrişa ji aliyê Ensarullah nehatiye piştrastkirin,.

Eva êrişa sêyem a ser bargeha Sehn El-Cin li mideha kêmtir ji mehekê ye.

Berî viya jî di encama êrişa mûşekî  ya ser vê bargehê de depoya çek û sîlahan û navenda fermandetiya wê kete ber êrişê ku di encamê de gelek ji hêzên leşkerî hatin kuştin.

Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha  zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî  jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Van desdirêjî û dorpêçiyan ev welatê belengaz rastî kêmbûna madên xwarin û dewa û dermanan aniye.

Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê nestandiye.