Sibat 23, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • YE çêkirina bajarokan li erdên filistînî şermezar kir

Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell kiryara Rejîma Îsraîlê di warê çêkirina bajarokan li erdên filistînî yên dagîrkirî de şermezar kir.

Li gor IRNAyê Borrell duh bi daxuyaniyekê ji Rejîma Siyonîstî xwest dawiyê bide bernamên xwe yên derbarê çêkirina bajarokan li erdên filistînî yên dagîrkirî.

Borrell kiryara rejîma Siyonîstî di warê çêkirina bajarokan li erdên filistînî yên dagîrkirî de neqanûnî da zanîn û got: YE ti caran guhertina jeogerafî û demografiya erdên dagîrbûyî bi fermî qebûl nake.

Hevdemê vê yekê dewletên Îtalya, Fransa, Almanya û Îrlandê jî bi awayekî cida ji hev kiryarên Rejîma Îsraîlê di warê çêkirina bajarokan li erdên filistînî yên dagîrkirî de şermezar kirin.  

Wezareta Mesken û çêkirina avahiyan a Rejîma Îsraîlê roja çarşemê projeyek ji bo çêkirina 9 hezar dest xanî li bakura Qudsa dagîrbûyî raber kir.

Serokwezîrê vê rejîmê Benyamîn Netanyahu berî viya ragihandibû ku bi zûtî hin beşên Qiraxa Rojava Çemê Urdinê ji wan bajarokên siyonîstan li vê navçê wê ser deverên bin deshilata Îsraîlê zêde bibin.

Rejîma Siyonîstî sala 2019 proja çêkirina 10 hezar dest xaniyan li erdên filistînî pejirand.