Sibat 22, 2020 17:10 Asia/Tehran
  • YE'yê piştgirî da avakirina welatê serbixwe yê Filistînê

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE'yê pêgirî ser piştgirîya vê yekitîyê ji avakirina welatê serbixwe yê Filistînê kir.

Josef Borril Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE'yê di hevdîtina digel Rîyaz Malikî Wezîrê Karên Derve yê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê li Berukselê de pêgirî kir ku ew yekitîya piştgirîyê dide avakirina welatê serbixwe yê Filistînê û bi wî re derbarê peywendîyên dualî de gotûbêj kir.

Malikî û Borril herwiha derbarê rewşa nika ya filistînîyan û nemaze plana amerîkî ya Lihevkirina Sedsalê, hilbijartinên Filistînê, rewşa sîyasî û mirovdostîyê ya nika li Zîvala Gezzê de gotûbêj kirin.

Piştî ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump plana nijadperestane ya Lihevkirina Sedsalê nimand, Josef Borril Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE'yê ji ber wê rexne kir.