Di encama êrişa Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê ser kirêgirtiyên Siûdî de 90 çekdar hatin kuştin
Hêzên Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê êrişê 2 baregehên leşkerî yên kirêgirtiyên siûdî û hêzên serokomarê îstîfakirî yê Yemenê li Bakurê Rojhilatê Yemenê kirin. Di encama êrişê de 90 çekdar hatin kuştin û 130 jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Fars Newsê, hêzên Artêş û Komîteyên gel ên Yemenê ragihand ku duh bi şev êrîşek muşekî li dijî baregeha Meşfî ya leşkerî a li Bakurê Rojhilatê Yemenê a bajarê Merb pêk anîn. balafirek bê mirov bi muşekan 2 baregehên leşkerî yên Astiqilal û Nesir yê nêzî çiyayê Ferze a bajarê Merb kirine hedef.
Li gor nûçeya vê ajansê, di encama êrîşê de 90 leşkerên serokomarê îstîfakirî û revyayî yê Yemenê û kirêgirtiyên siûdî hatine kuştin û 130 jî birîndar bûne.
Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê nestandiye û her diçe hêzên Yemenî xurtir dibin û kuştî û birîndarên dagîrkerên siûdî û yên leşkerên serokomarê îstîfakirî û revyayî yê Yemenê jî zêde dibin.