Xwenîşandana gelê Urdinê li dijî wajokirina rêkevtinama gazê ya bi Rejîma Îsraîlê re
Gelê Urdinê cardinê bona protestokirina hevhatinnameya gazê ya vî welatî bi Rejîma Îsraîlê re xwenîşandan li dar xistin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, neraziyên urdinî li vê xwenîşandanê, tevî şermezarkirina hevhatina gazî bi Rejîma Siyonîstî, xitabî nunerên parlemanê slogan edan: ``Hey nunerên parlemanê, bibhîzin ku em dijberê vê hevhatinê ne. ``
Ev xwenîşandana ser deweta`` kempêyna neteweyî bo îbtalkirina hevhatina gazî hat lidarxistin.
Şîrketa neteweyî ya karebayê ya Urdinê li sala 2016`an peymanek bi şîrketa Nobêl enerjiyê ya Emerîkayê bona guhestina gazê ji meydana gazê ya Loytanê li deryaya Medîteranê girêda ku li gor wê Urdinê nêzîkî 45 milyar mêtrê kûp gaza xwezayî bo mideha 15 salan ji filistîna dagirbûyî bikre.
Gelê Urdinê ji hemen destpêkê va dijberiya xwe ya tund li hember vê hevhatinê dan diyarkirin û hejmarek ji kesayetiyên siyasî ên bi nav û deng ên urdinî jî li parlemana vî welatî ev meseleya protesto kirin.