Êrişa eskerên siyonîst ser nimêjkirên filisînî li mizgevta Eqsayê
Çile 17, 2020 16:17 Asia/Tehran
Eskerên Rejîma Siyonîstî bi êrişa ser bi sedan nimêjkirên filistînî li hewşên mizgevta Eqsayê bi dehan kes ji wan birîndar kirin.
Li gorî rapora Ajansa filistînî ya Mea`yê bi dehan eskerên taybet,efser, polîs û hêzên ewlehiyê yên Rejîma Îsraîlê ji deriyên Hete û El-Muxaribeyê êrişî sedan nimêjkirên filistînî li hewşên mizgevta Eqsayê kirin.
Eskerên siyonîstî her wiha dest bi lêxistina van nimêjkiran kirin ku bi nimja sibê li hewşa mizgevta Qube El-Sexreyê kom bibûn.
Ciwanên filistînî pêştir weke berteka li hember destdirêjiyên Îsraîlê ser mizgevta Eqsayê û êrişên rojane ser vê navenda pîroz û nimêjkiran, ji xelkê xwestin ku bila nimêja sbiê ya îro li mizgevta Eqsayê bikin û navê vê rojê danîn roja `` Îniya Kerametê``.