Çile 15, 2020 09:07 Asia/Tehran
  • Mîşêl Ewn: Emê dijî hewila Israîlê jibo êrîşa ser meydanên petrolê yên Libnanê rawestin

Serokomarê Libnanê tevî amajeya bi hakimiyeta vî welatî li ser çavkaniyên xwe yên petrolê, li ser sekinîna li dijî her cûre hewildana rêjîma Israîlê jibo êrîşa ser meydanên petrolê yên vî welatî pêgirî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê,, Mîşêl Ewn, Serokomarê Libnanê got: Destpêkirina keşfkirina petrolê li derdora avên Libnanê dê hemî blokên petrolê li Deryaya Sipî bigire ber xwe.

Ewn bi gotina vêya ku Libnan li ser pêwîstiya tesbîtkirina sînorên xwe yên bejahî û deryayî pêgiriyê dike, got: Dewleta Libnanê sozdarê Biryarnameya 1701ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ye û li gorî vê biryarnameyî dê mafê xwe yê dabînkirina ewlehiyê biparêze.

Pêştir jî rayedarên Libnanê derbarê destdrirêjiya ser meydanên petrol û gazê li perravên Libnanê hişyarî dabûn Rêjîma Siyonîst.

Boriya veguhestina gaza Filistîna Dagîrbûyî bo Ewropayê dê ji blokeya petrol ya hejmara 9 a Libnanê derbas bibe û Rêjîma Siyonîst hewil dide ku bi alîkariya Amerîkayê, hin beşan an tevahiya Blokeya petrolê ya hejmara 9 a Libnanê bike ya xwe.