Çile 13, 2020 18:01 Asia/Tehran
  • Kavilkirina malên filistîniyan li kêleka rojavaya çemê Urdinê

Nivîsgeha hevdengkirê karûbarên însanî ya NY li erdên dagirbûyî yên Filistînê raghand ku Rejîma Siyonîst li du heftiyên ewil ên çilla 2020`an heşt avahiyên filistîniyan li kêleka rojava çemê Urdinê kavil kirine.

 Li gorî rapora navenda ragahndinê ya Filistînê, Nivîsgeha hevdengkirê karûbarên însanî ya NY li erdên dagirbûyî yên Filistînê roja yekşemiyê li raporekê teqez kir, kavilkirina malên filistîniyan li du heftiyên buhurî, bûye sedema awarebûna 26 filistîniyan û xisareta li 29 filistîniyên din.

Li gorî vê raporê, mehna Rejîma Siyonîstî bona kavilkirina van malên filistînî mîna nebûna îzna çêkirinê ye li halekê ku ev rejîma qet îzna çêkirinê li erdên xwe nade filistîniyan.

Eskerên siyonîst li du heftiyên derbasbûyî,140 filistînî ji van 100 zarok jî girtin.

Rejîma Îsraîlê bi kavilkirina malên filistîniyan û çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li erdên wan li dû guhertina nijayar cuxrafiyayî û nijayar nifûsa navçên filistînî û siyonîstkirina van navçana ye.

Konseya Ewlehiyê ya NY 23 Kanûna 2016`an bi pejrandina biryarnama 2334`an ji Rejîma Siyonîstî xwest ku demlidest û tam û tekûz, hemî xebatên bajarokçêkirinên xwe li navçên filistînnişîn rawestîne.