Çile 12, 2020 17:48 Asia/Tehran
  • Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê ser derxistina Amrkayê ji navçeyê pêgirî kir

Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê destnîşan kir ku derxistina çekdarên amerîkî ji navçeyê bersiveka rasteqîn bo terora Hecî Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis e.

Li gorî rapora malpera Ehda Libnanê, Seyid Sefiyedîn Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê di merasimekê da li bajaroka Deyr Qanûn Nehrê li başûrê Libnanê got: "Piştî şehîdkirina rêber û fermandarên me, me heta kêliyekê şik nexistiye dilê xwe ku Israîl têk çûye û dê têk biçe."

Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: "Roja îro jî me tu gumanek tune ku bi terorkirina serdarên Berxwedanê, ev pêvajo dê were temamkirin û Amerîka jî dê ji navçeyê were derxistin."

Sefiyedîn got: "Amerîka dê berdêleka giran di roj, hefte û mehên pêşerojê bide û ihtimala wê kêm e ku di pêşerojê da rewşa Amerîkayê wek ya berê be."

Piştî cinayeta Amerîkayê ya terorkirina Serdar Sipehbud Qasiim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê Serokê Heşda Şeibiyê û 8 kes ji hevriyên wan, derketina çekdarên amerîkî ji navçeyê bû mijara herî sereke ya komên Berxwedanê,