Çile 11, 2020 11:40 Asia/Tehran
  • Paşayê nû yê Umanê hat kivşkirinê

Bidû koça dawîyê ya Qabûs Bin Seîd, Heysem Bin Tariq Alê Seîd weke Paşayê nû yê Umanê hat kivşkirinê.

Heysem Bin Tariq Alê Seîd ku weke Paşayê nû yê Umanê hat kivşkirinê, Wezîrê Mîras û Çanda Umanê, kurrmamê Siltan Qabûs e ku bi giştî weke şandîyê Siltan Qabûs kar dikir û pirranî jî li Wezareta Karên Derve ya Umanê kar dikir.

Civata Bilind a Berevanîya Umanê vê sibê civîneke awarte lidar xist û Heysem Bin Tariq di wê civînê de bi awayekî fermî sonda paşatîyê xwar.

Siltan Qabûs piştî tamulkirina dewreke nexweşîyê emrê Xwedê kir.

Dîwana Paşatîya Umanê jî bidû koça dawîyê ya Siltan Qabûs 3 roj şîna giştî û betlaneya fermî ragihand.

Ala Umanê jî bi nîşana rêzgirtina li paşayê koçkirî yê mideha 40 rojan nîvbilindkirî be.

Siltan Qabûs ê 79 salî piştî bavê xwe çaksazîyên aborî destpê kirin û atmosfêra wî welatî vekir.