Kanûn 11, 2019 10:11 Asia/Tehran
  • Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî êrîşî ser Seideyê kirin

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî roja Sêşemiyê hin navçeyên parêzgeha Seideyê li bakurê Yemenê dan ber bombeyan.

Kanala Mesîreyê ragihand ku navçeya Menbeyê li Seideyê herî pirr ketiye ber êrîşê.

Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di rojên dawî da bi caran malên xelkê li Seideyê dane ber bombeyan.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.