Kanûn 10, 2019 17:48 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya dawîya çillemîn civîna serokên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê êo Rîyazê

Çillemîn civîna Serokên welatên endamê Civata Hevkarîya Kendava Farsê li Rîyazê bi daxûyanîyekê ku Sêkrêtêrê wê ew xwend, bidawî hat.

Melik Selman kutabûna çillemîn civîna Serokên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ragihand. Ew civîna bi daxûyanîya ku Ebdulletîf Zeyanî Sêkrêtêrê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê xwend bidawî bû.

Di wê daxûyanîy de pêgirî ser xurtkirina hevkarîyên leşkerî û ewlehî jibo parastina ewlehîya herêmî hat kirinê.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Her cure êrişa ser her welatekî endamê Konseya Hevkarîya Farsê weke êrişa ser hemî endamên wê konseyê tê zanînê. Armanca bilind a Konseya Hevkarîya Kendava Farsê kemilîn û peywendîya di navbera endamên wê da ye.

Di daxûyanîya dawîya çillemîn civîna Serokên welatên endamê Civata Hevkarîya Kendava Farsê li Rîyazê de hatîye: Jibo sekinîna himberî her gefeke leşkerî bi welatên bira û dost re yê hevkarî bê kirinê. Herwiha pêgirî ser girîngîya hevkarî û hevgirtina welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê hat kirinê û hat xwestin ku welatên endam di destpêka sala 2025`ê de tifaqeke wan a diravî û darayîyê hebe.