Kanûn 09, 2019 17:55 Asia/Tehran
  • Gumbeza Hesin hema wisa li hember mûşekên berxwedanê sist e

Artêşa Rejîma Siyonîstî li xwe mukir hat ku ji sê mûşekên avêtî ber bi bajarokê siyonîstnişîn ê Sedîrotê yek ji wan ji tûra pedafendî derbas bûye.

 Hêzên Berxwedana Filistînê roja Yekşemiyê wek berteka li hember êrişên balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî ser Zîvala Xezeyê, sê mûşek ber bi bajarokên siyonîstnişîn avêtin ku li encama wê du siyonîst birîndar bûn. 

 Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Qudsenayê, Avîxay Edreî, Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîstî li bara lawaziya Gumbeza Hesinî li xwe mukir hat û got: "Sê mûşek ji bakurê rohilata Zîvala Xezeyê ber bi bajarokn hat avêtin ku tevî radûkirina du balefirên wê ji aliyê gumbeza hesinî, sêwem mûşek li Sedîrotê ket."

 Berdevkê Beşa Acîl a Rejîma Siyonîstî jî li vê barê raghand: Li encama êrişa mûşekî ya filistîniyan, herîkêm du îsraîlî birîndar bûn û hejmarek jî ji ber rewşa rûhî û rewanî, alîkariyên awarte wergirtin. 

 Balefir, helîkopter û topxana Rejîma Siyonîstî li heftiyên derbasbûyî bi caran, navçên curbicur ên Zîvala Xezeyê dan ber êrişan ku lie ncama  wê bi dehan filistînî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn. 

 Hêzên Berxwedana Filistînê jî li hember van êrişên Rejîma Siyonîstî bertekê nîşan didin.