Kanûn 08, 2019 09:23 Asia/Tehran
  • Êrişa dubare a balafirên Rejîma Siyonîstî ser zîvala Xezê

Çavkaniyên Filistînî vê sibehê ragihandin ku balafirên Rejîma Siyonîstî cardin êrişî ser zîvala Xezê kirin ku ev êrişa wan rastî berevaniya hewayî ya berxwedanê hat.

Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku balafirên Rejîma Siyonîstî cardin êrişî ser rojhilata Cebalyayê li bakura zîvala Xezê kirin ku berevaniya hewayî ya berxwedanê li ber vê êrişa siyonîstan sekinî.

Li gor çavkaniyên hanê berxwedana Filistînê mûşekên li dijî balafirên cengê ber bi balafirên Rejîma Siyonîstî avêtin .

Artêşa Rejîma Siyonîstî îdia dike ku ev êrişa wê bertekek li hemberî avêtina sê roketan ji aliyê zîvala Xezê ber bi erdên dagîrbûyî bû.

 Balafirên cengê, balafirên bêpîlot û helîkopterên Rejîma Siyonîstî li van hefteyên dawiyê bi caran deverên curbicur li zîvala Xezê kirine hedef.

Rejîma Siyonîstî bi mihaneyên pûç ji Kanûna 2017 dewra nû ya êrişên hewayî li dijî zîvala Xezê da despêkirin ku di encama van êrişan heya niha çend hezar filistînî şehîd û birîndar bûne.

Zîvala Xezê ji sala 2006 heya niha ji erd, esmîn û behrê ji aliyê Îsraîlê ve ketiye ber dorpêçiyê ku vê yekê ji xelkê vê zîvalê re pirsgirêkên zav çêkiriye.