Kanûn 07, 2019 17:33 Asia/Tehran
  • 7 hezar zarokên yemenî bûne goriyê êrişên zorbêjane yên Siûdiyan

Sindoqa Navneteweyî ya Zarokan a NY (UNICEF) ragihand ku heta niha 7 hezar zarok li şerê Yemenê hatine kuştin an nivîşkan bûne.

Li gorî rapora televîziyona El Erebiyê, Li gorî rapora Sindoqa Navneteweyî ya Zarokan a NY (UNICEF), di heyama 5 salên şerê dijî Yemenê zêde ji du hezar zarokên yemenî hatine kuştin û derdora 5 hezar jî nivîşkan bûne.

Her wiha ji sê miliyon û 600 hezar awareyên cenga Yemenê, derdora 2 miliyon kes zarok in ku gellek ji wan ji perwerdehiyê bêpar bûne.

Li gorî ragihandina UNICEF'ê, 368 hezar zarokên yemenî ji ber nebûna xwarekê rencê dikişînin.