Kanûn 07, 2019 08:50 Asia/Tehran
  • Sîyonîstan êrişî pişikdarên Meşa Mafê Vegerê kirin; 6 filistînî birîndar bûn

Çavkanîyên nûçan ên filistînî ragihandin ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişikdarên 83`yemîn xwenîşandana Mafê Vegerê li sînorên Gezzê de, 6 filistînî birîndar bûn.

Ligorî rapora Malpera Al Ahd a Libnanê, bi hezaran filistînîyan duh xwenîşandana Mafê Vegerê li sînorên Gezzê lidar xistin. Leşkerên Rêjîma Sîyonîst jî wek hemî caran jibo berbelavkirina xwenîşanderan bi avêtina gulleyan û gaza rondikîner dest bi tepeserkirina xwenîşanderan kirin.

Ligorî ragihandina Wezareta Tenduristîya Filistînê li Gezzê, heta nika 6 filistînî di encama êrişa leşekrên Sîyonîst de birîndar bûne.

Xwenîşandana Mafê Vegerê piştî rawestaneke sêhefteyî duh careka din hat lidarxistinê. 

Xwenîşandana Mafê Vegerê ji 30`yê Adara sala 2018`an ve destpê bûye. Di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişikdarên wê xwenîşandanê de heta nika 316 filistînî ji wan 54 zarok û 6 jin şehîd bûne û 32192 kes jî birîndar bûne.

Ji hêla din ve, leşkerên Rêjîma Sîyonîst duh 4 nûçegîhanên Kanala Felestin TV`yê ser bi teşkîlata Xweîdareker a Filistînê girtin û nivîsgeha wê kanalê li Qudsê jî girêdan.