Kanûn 03, 2019 08:27 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Dozgeriya Rêjîma Siyonîst ser darizandina Nêtanyahû

Dozgeriya giştî ya Rêjîma Siyonîst ji serokê Parlimana vê rêjîmê ra ragihan dku darizandina Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîr di rojevê da ye û dê di dadgeha beşa Beytuk Muqedesê da pêk were.

Li gorî rapora Jerusalem Postê, Avîxayî Mendelbilîst, Dozgerê giştî yê Rêjîma Siyonîst roja Duşemiyê di nameyekê bo Yûlî Edilistîn, Serokê Parlimana vê Rêjîmê, ragihand ku darizandina Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîr di rojevê da ye û dê di dadgeha beşa Beytuk Muqedesê da pêk were.

Mendelbilîst her wiha ji serokparliman ra ragihand ku moleta 30 rojî ya Nêtanyahû jibo biryardana derbarê bikaranîna parêzbendiya parlimanî an devberdana ji wê dê ji Duşemiyê va dest pê bibe.

Du hefteyan beriya niha, Avîxayî Mendelbilîst, Dozgerê giştî yê Rêjîma Siyonîst bi fermî Nêtanyahû bi bertêldan, xapandin û xiyanet di emanetê da tawanbar kiribû.

Nêtanyahû niha 30 rojan derfet heye ku ji Kinêsêtê daxwaz parêzbendiya siyasî bike, bi awayekî ku neyê darizandin.

Nêtanyahû di mehên dawî da mijûlî 4 dosyeyên gendeliyê bûye.

Nêtanyahû yekem rayedarê Rêjîma Siyonîst nîne ku tûşî lêkolîn û lêpirsîna cezayî bûye.

Gendeliya exlaqî û aborî tiştekî asayî di nav rayedarên vê rêjîmê da ye.