Hitmala damezrandina dewleta nû ya Lubnanê li rojên tê
Nunerên parlemana Lubnanê li bara hitmala damezrandina dewlêeta nû ya vî welatî li vê hefttiyê agahî dan.
Li gorî rapora ISNA`yê, li gorî nivîsîna rojnama dervey navçê ya El-Şerq El-Ewsetê, nunerên tevgera Emelê û tevgera Azad a Neteweyî li parlemana Lubnanê texmîn kirin ku dewleta nû ya vî welatî li vê heftiyê were damezrandin.
Nunerên hanê ji ber destpêbûna gotûbêjên parlemanî, vê heftiyê bo damezrandina dewleta Lubnanê giring û kêrhatî dan zanîn.
Li vê çarçoveyê, Enwer Xelîl, nunerê firaksiyona geşatî û azadkirinê bi serokatiya Nebîh Bêrî serokê parlemana Lubnanê jî texmîn kir ku dewleta nû vê heftiyê li gor wêneya ku gel û neraziyan ji wê raber kirin, pêk were.
Wî her wiha got: Ger lêzanînên me rast bin, lubnanî dê vê heftiyê xeberekê bibhîzin ku em ji mêj ve ye li bendê bûn û em hêvî dikin ku ev dewleta wisa ku gel û tevgera gelanî dixwezin, were damezrandin.