Kanûn 01, 2019 17:58 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gelê Yemenê li parêzgeha Abînê bona derketina hevlbendiya detsdirêjkirê siûdî

Gelê navça El-Wezîê ser bi parêzgeha Abînê li başûrê Yemenê bi lidarxistina xwenîşandanê, daxwaza derketina hevlbandiya destdirêjkirê siûdî û îmaratî ji Yemenê kirin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, gelê navça El-Wezîê ku cihê jidayîkbûna Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemneê ye, li vê xwenîşandanê bi avêtina sloganan ser pêwîstiya derketina hevalbendiya detsdirêjkirê siûdî û îmaratî ji Yemenê, dawîkirina şêr û hakimiyeta yemeniyan ser welatê xwe teqez kirin.

 Beşdarên vê xwenîşandanê ku konseya Rizgariya Neteweyî ya başûrê Yemenê daxwaza lidarxistina wê kir bi weşandina daxûyaniyekê raghandin: Tevî fîdakariyên gelên parêzgehên başûrî yên Yemenê li 5 salên buhurî, ev navçe cardinê ji aliyê hevalbendiya siûdî hatine dagirkirin.

 Di hemne demê de, Muhemed Sêkîn El-Codenî ji serokên konseya Rizgariya Neteweyî ya başûrê Yemenê bal kişand ser hewldana hevalbendiya detsdirêjkirê siûdî bona pêkanîna fitneyên mezhebî û navçeyî li başûrê Yemneê û got: Ev navçe ketiye bin dagirkeriyeka nû.

 Îmarat û Erebistana siûdî piştî êrişa ser Yemenê li Adara 2015`an, her yekê hin beşên vî welatî dagir kirin û kirêgirtiyên xwecihî bona operasyona li dijî hêzên yemenî bi kar tînin.