Kanûn 01, 2019 14:30 Asia/Tehran
  • Daxistina Balafira bêpîlot a Siûdî li Heceya Yemenê, kuştina bidehan leşkerên siûdî li ser sînorê Yemen û Erebistanê

Sîstema Parastina Hewayî ya artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê şemê bi şev balafireke bêpîlot a Rejîma Siûdî ku mijûlî sîxoriyê bû li ser esmanê parêzgeha Hecce ya bakura Yemenê xiste erdê.

Li gor IRIB Newsê, Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê, Yehya Serî got: Ev balafira bêpîlot a Rejîma Siûdî ku li ser esmanê parêzgeha Hecce ya bakura Yemenê sîxorî dikir kete ber mûşeke ya erd bo esmîn û kete erdê û emê li pêşerojê hûrgiliyên zêde ser vê yekê belav bikin.

 Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê ji dema desdirêjiya Hevpeymaniya erebî ya bi serkêşiya Siûdî ser Yemenê heya niha bi dehan balafirên bêpîlot ên sîxoriyê yên vê Hevpeymaniyê xistine erdê.

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê,  herwiha diyar kir ku  Artêş û Komîteyên Gel ên Yemenê li sê bereyên ser sînor bersiva desdirêjiya dagîrkerên siûdî dan û rê li ber pêşveçûna wan girtin û gelek ji desdirêjkar hatin kuştin û birîndar bûn.

Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha  zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî  jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê nestandiye.