Mijdar 29, 2019 17:37 Asia/Tehran
  •  Têkbirina helîkoptera destdirêjkirên siûdî ji aliyê artêşa Yemenê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê li bara têkbirina helîkoptereke Apaçî ya destdirêjkirên siûdî li navça sînorî ya Esîrê li başûrê Erebistanê agahî da.

 Li gorî rapora Al-Alamê, general Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got: Sîstema berevaniya hewayî ya artêşa vî welatî vê sibê helîkpterka Apaçî ya destdirêjkirên siûdî li Mecazê li navça sînorî ya Esîrê li halekê ku mijûlî erkdariya bi dijminatî bû têk bir. 

Yehya Serî destnîşan kir: Sîstema berevaniya artêşa Yemenê helîkoptera siûdî bi avêtina mûşeka erd bo hewayê û bi teknolojiya ku dê bi zûirkê bê raghandin, sernixûn kirine û du pîlotên wê jî hatin kuştin. 

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.

 Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.