Mijdar 29, 2019 16:19 Asia/Tehran
  •  Dijberiya Yekitiya Ewrûpayê li hember dewama bajarokçêkirinên Îsraîlê

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li hember dewama bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîstî dijberî kir.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê got: Çêkirina bajarokan li erdên Filistînê neqanûnî û narewa ye.

 Mogêrîniyê got bajarokên siyonîstnişîn li erdên dagrbûyî yên Filitînê îmkana vejiyandina  pêvajoya muzakirên lihevkirinê navbera her du aliyên filistînî û îsraîlî nemumkin dike. 

 Rejîma  Siyonîstî her tim bêyî ku bala xwe bide ser xwesta civaka cîhanî, çêkirin abajarokên siyonîstnişîn didomîne û li vê barê ji aliyê Emerîkayê va piştgirî dibe. 

 Bajaerokên hanê li gor qanûnên navneteweyî neqanûnî ne. 

 Konseya Ewlehiyê ya NY, 23 Kanûna 2016`an li biryarnameyekê ji Rejîma Siyonîstî xwest ku demlidest û tam hermî xebatên xwe yên çêkirina bajarokan li erdên dagirbûyî rawestîne.