Mijdar 29, 2019 16:16 Asia/Tehran
  •  Mîşêl Ewn: Tevgerên siyasî bila bona derketina Lubnanê ji qeyrana niha hewl bidin

Serokkomarê Lubnanê daxwaza hewldana hemî tevgerên siyasî yê vî welatî bona derketina ji qeyrana niha ya Lubnanê kir.

 Li gorî rapora roja înê ya Tesnîm Newsê, Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê xwestekên xelkê li nerazîbûnên vê dawiyê yên welêt piştrst kir û got: Bona cihhatina xwestekên xelkê bi taybet li warê rawestana li ber gendeliyê,dê reformên nû cih bîne. 

 Serokkomarê Lubnanê her wiha bal kişand ser alîkariya welatên erebî bona derketina Lubnanê ji rewşa aborî ya niha  û destnîşan kir: Beşek ji rewşa nebaş a aborî ya Lubnanê ji ber çûyîna pêla awareyên sûrî ber bi Lubnanê va ye. 

 Di hemen demê de, fraksiyona emegdariya bo berxwedanê ser bi Hizbullahê li parlemana Lubnanê raghand ku hilkolandina rewşa bi talûke ya dirav û aborî ya Lubnanê hewcedarê berpirsiyariya neteweyî ye da ku kiryarên pêdivî bona baştirkirina rewşa aborî pêk were. 

 Lubnan ji 17 Cotmehê va şehedê xwenîşandana  li dijî dewletê bona protestokirina rewşa jiyanê û gendeliyê ye. Bi dewama nerazîbûnan, Sed Herîrî sêşemiya buhurî ji serokwezîrtiya Lubnanê îstifa kir ku ji aliyê Mîşêl Ewn serokkomarê vî welatî va hat qebûlkirin.