Mijdar 29, 2019 12:51 Asia/Tehran
  • Almanya: Gotegotên derheq qedexekirina hewldanên Hizbullaha Lubnanê ne rast in

Berdevkê wezareta derve ya Almanyayê Steve Alter gotegotên derheq qedexekirina hewldanên Hizbullaha Lubnanê li Almanyayê red kirin.

Berdevkê wezareta derve ya Almanyayê Steve Alter şeva borî li Twitterê de nivîsî: Gotegotên derheq qedexekirina hewldanên Hizbullaha Lubnanê li Almanyayê qet rast nînin.

Berî vê yekê hin medyayên almanî û rojavayî ragihandibûn ku dewleta Almanyayê hewldanên Hizbullaha Lubnanê di nav axa Almanyayê qedexe kiriye.

Amerîka û Rejîma Îsraîlê dixebitin zorê bidin ser welatên ewropî ku hewldanên Hizbullahê di nav Yeketiya ewropayê qedexe bikin û ji her aliyekî ve wê sînordar bikin.