Mijdar 13, 2019 08:13 Asia/Tehran
  • Mîşêl Ewn: Daxwazên gelê Libnanê bûne siyasî

Serokomarê Libnanê bi gotina vêya ku nerazîtiyên gelê vî welatî bi xwestekên aborî û ji ber bac û sermalê dest pê bû, got: Niha daxwazên gel bûne siyasî û vexwendina min bi hevtêgihîştin û gotûbêjê bêbersiv maye.

Li gorî rapora IRNAyê, Mîşêl Ewn Sêşemiyê bi şev di gotûbêja bi kanala LBC'ya Libnanê ra têkoşîna dijî gendeliyê û çareserkirina pirsgirêkên aborî û hewildana jibo pêkanîna civata medenî sê xalên sereke jibo damezirandina dewleta nû da zanîn û got: Ev sê babet hîn nehatine dabînkirin.

Serokomarê Libnanê got: Pêkanîna baweriyê navbera gel û dewletê hewcetiyê bi demê heye û dirûşmeya "Gişt yanî Gişt" (slogana nerazîyên libnanî) tevahiya gel digire ber xwe û ev şaş e.

Mîşêl Ewn careka din ji tevahiya gel xwest ku xwenîşandana xwe yekparçe bikin û ber bi reform û têkoşîna dijî gendeliyê û avedankirina Libnanê va biçin.

Li pey dewama xwenîşandana gelê Libnanê di hefteyên dawiyê da, Seid Herîriyê serokwezîrê vî welatî Sêşemiya bihurî ji posta xwe wêda çû.

Mîşêl Ewn tevî pejirandina istîfaya serokwezîr ji wî xwest ku heta dema damezirandina dewleta nû, xebata xwe bidomîne.