Mijdar 01, 2019 16:36 Asia/Tehran
  • Xwenîşanderên iraqî û lubnanî agir berdan alayên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst

Xwenîşanderên iraqî û lubnanî li kombûna xwe ya şeva bihurî li meydana El-Tehrîr a Bexdayê û meydana Reyazel-Sulh a Bêyrûtê agir berdan alayên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst.

Li gor rapora IRIB nEWS`ê, Xwenîşanderên iraqî şeva bihurî li meydana El-Tehrîr a Bexdayê kombûn û siyasetên Amerîka û Rejîma Siyonîstî yên xwetêkeliya nav karûbarên vî welatî bi şîdet mehkûm kirin û agir berdana Alaya Amerîka û Rejîma Siyonîstî.

Xwenîşanderên iraqî bal kişandine ser viya ku kombûna wan ji ber xwestekên rewaye jiyanê ye destnîşan kirin ku Amerîka û Rejîma Siyonîstî dixebite van nerezamendiyên xelkê ji riya rastîn bixalifîne.

Herwisa xelkê nerazî yên Lubnanê jî ku li meydana Reyazel-Sulh a Bêyrûtê kom bibûn, dijî xwetêkeliyên Rejîma Siyonîstî û Amerîka diroşm dan û agir berdane alaya Amerîka û Rejîma Siyonîstî.

Neraziyên lubnanî bi diroşmên xwe yên mirin ji bo Rejîma Siyonîstî, xwestin ku ev rejîma dest ji destwerdana di karên navxweyî yên Lubnanê de berde.

Nerizamendiyên gelanî yên li Iraqê, ji du hefteyan beriya niha ve, destpêkê li parêzgeha Besrê li başûr û bona nîşandayîna nerizamendiya li hember pirsgirêka ceryan, av ê bêkariya ciwanên vê parêzgehê tevî çalakiya kompaniyên dervayî li meydanên niftê yên vê parêzgehê û herwiha nerizamendiya xelkê parêzgeha Wasitê li rojhilata Iraqê li hember rewşa ceryanê destpê bûn û berebere kişiya parêzgehên din ên li başûr û navenda Iraqê lê çend rojan piştî wê bi dawî hatin û niha bi awayekî perate li hin navçeyan berdewam in.

Ew xwenîşandan û nerizamendî li halekê ne ku bi derbasbûna du mehan ji birêveçûna hilbijartina parlimanî ya li Iraqê, hîn encamên dawîn ên wê, mane ser ji nûvehejmartina bi destan, dema parlimana berê bi dawî hatiye û dema pêkhatina parlimana nû û firaksiyona mezintir û dewleta nû jî hîn nezelal e.