Cotmeh 31, 2019 18:53 Asia/Tehran
  • Artêşa Lubnanê cardinê hejmarek ji riyên girtî vekirin

Hêzên ewlehiyê û artêşa Lubnanê îro pêncşemiyê bi zorê, riyên ku neraziyan girêdabûn, vekirin. Berêvara çarşemiyê 12 siet ser vekirina riyan derbas nebibû ku rewşa navçên curbicur ên Lubnanê dîsa guherîn ji ber ku alîgirên Herîrî vegeryan kolanan.

 Li gorî rapora ISNA`yê, ji zarê Sky News`ê, hêzên ewlehiyê yên Lubnanê, vê sibê hin riyên navçên curbicure Lubnanê ji wan pireya giring a El-Rînxê li navenda Beyrûtê vekirin li halekê ku xwenîşanderan bi hin berbendan ew girêdabûn. Her wiha ûtûbana perava bakur li taxa El-Zewqê û Cil El-Dîbê cardinê hatin vekirin.

Her wiha rewşa pireya El-Rînxê aloz e û hêzên ewlehiya navxweyî bo vekirina wê ketine tevgerê. 

 Sed Herîrî, serokwezîrê îstifakirî yê Lubnanê jî li twîterê nivîsî: Bi rêzgirtina ji hemî hestên piştgirane û hevrêtiyan, cardinê alîgirên tevgera El-Musteqbelê û alîgiran dixwezim bila bi artêşê û hêzên ewlehiya navxweyî hevkariyê bikin û dernekevin kolanan. 

 Wî her wiha got: Em daxwaza parastina aramiyê dikin û nabe tu kombûnên  li konanan rastî şîdetê were eva erka me gişkan e. 

Herîrî roja sêşemiyê îstifaya xwe raghand û Mîşêl Ewn serokkomarê Lubnanê dewleta wî wek dewleta demkî heta dema damezrandina dewleta nû kivş kir. 

 Ji aliyê din ve Elî El-Bezî, endamê firaksiyona Emelê li parlemanê ku ser bi Nebîh Bêrî, serokê parlemana Lubnanê ye got: Bêrrî daxwaza lezandina damezrandina dewletê kiriye û li bara  zext û zoran dilgiraniya xwe ad diyarkirin.