Cotmeh 29, 2019 07:58 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê civîyan

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li rex Civîna Navçeyî ya Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê li Duheya Qeterê hevdîtin pêk anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtinê de dawîn alûgurên navçê nemaze reşa nika ya Iraqê û bakura Sûrîyê û mijarên din ên dualî hilkolandin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê duh bi merema pişkdarîya di Civîna Navçeyî ya Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê de gihîşt Duheya paytexta Qeterê.

Zerîf li Duheyê dê li çend panêlên bi mijara Rojhilata Navînê û alûgurên devera Kendava Farsê de biaxive.

Seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê ya Duheyê seredaneke yekrojî ye.