Cotmeh 28, 2019 18:46 Asia/Tehran
  • Kuweytê plana aştiyê ya Îranê wergirtiye û wê hildikolîne

Li gorî nivîsîna rojnameya El Rey ya Kuweytê, Carellah Alîkarê Wezîrê karên derve yê Kuweytê ji nûçegihanan ra got ku plana (Destpêşxerîya Hormuzê) wergirtiye û di pêvajoya hilkolandinê da ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Xalid Carellah Alîkarê Wezîrê karên derve yê Kuweytê ragihand ku welatê wî "Dahêneriya Aştiya Hormuzê" ya raberkirî ji aliyê Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo dabînkirina ewlehiya avên Kendava Farsê wergirtiye û wê hildikolîne.

Carellah got: Derdem ku biryar li ser vê yekê were dayîn, dê Îran were haydarkirin.

Hevdem digel zêdebûna kêşeyê li navçeyê li pey êrîşa Ensarullaha Yemenê ser binkeyên niftî yên Erebistanê, Hesen Rûhanî li NY qala dahêneriya nû ya Îranê bi navê Hevpeymaniya jibo hêvî û ewlehiya Hormuzê an bi kurtî Hevpeymaniya jibo Hêviya Hormuzê kir.

Hevpeymaniya ku Îran qala wê dike 8 welatên navçeyê digire ber xwe: 6 welatên başûrê Kendava Farsê yanî Qeter, Kuweyt, behrêyn, Erebistan, Oman û Imarat zêdeyî Îran û Iraqê.

Encama tiştê ku hatiye weşandin ev e ku mêhwera vê hevpeymaniyê, hevkariyeke komkî li hundirê navçeya Kendava Farsê ye.

Pêştir zerîf û hevtayê wî yê Kuweytî li kêleka civîna NY ev plan hilkolandibûn.