Cotmeh 28, 2019 10:58 Asia/Tehran
  • Êrişa hevalbendîya seûdî ser bakura Yemenê didome

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand ku balafirên cengê yên hevalbendîya zorbêj a seûdî mideha 24 sietên buhurî de, 40 carî parêzgehên Seide û Heceyê dan ber bombeyan.

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê Yehya Serî ragihand ku balafirên cengê yên hevalbendîya zorbêj a seûdî mideha 24 sietên buhurî de, 40 carî parêzgehên Seide li bakur û Hece li bakura rojavaya vî welatî dan ber bombeyan. 

Di encama wan bombebaran de bi dehan welatîyên yemenî hatin kuştinê û birîndar bûn.

Balafirên cengê yên hevalbendîya zorbêj a seûdî di van rojên dawîyê de çend caran êrişî deverên xelknişîn ên parêzgehên Seide û heceyê kirine.