Cotmeh 27, 2019 15:50 Asia/Tehran
  • Yazdehemîn roja nerazîbûnan li Lubnanê

Nerazîbûnên gelê Lubnanê li dijî rewşa aborî û gendeliyê li welêt îro derbasî roja 11`an a xwe bû. Li gorî gotina çavkaniyên nêzîkî Sed Herîrî, 24 sietên tê li bara alûgurên Lubnanê bi çarenivîs be.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Sky News`ê, li halekê ku nerazîbûnên li Lubnanê derbasî roja yazdan bûne, hîn hejmarek ji riyên sereke hatine girêdanê, her çend ku ferman hatiye dayîn ku hemî rê hatine vekirin û pêvajoya hatûçûyîna welatiyan vegere rewşa berê. 

 Li daxûyaniya artêşa Lubnanê hatiye ku fermande û rêberên hêzên ewlehiyê bohilkolandina rewşa niha li welêt li saya dewama nerazîbûnan û girêdana riyan kom bûne. 

 Lubnaniyan hin daxûyanî bo lidarxistina wxenîşandana navendî li meydana Riyazê El-Sulhê û El-Şuhedayê li Beyrûtê hevgavê xwenîşandana li meydana El-Nûra Tirablosê li Seydayê belav kirine. 

 Her wiha çavkaniyên nêzîkî Sed Herîrî, srokwezîrê Lubnanê raghandine ku dê 24 sietên bê  bona kivşkirina alternatîvên guncaw bo hevkariya bi xwestekên xwenîşanderan bi çarenivîs be. 

 Xwenîşander dijberê her cure axiftina li bara reformên wezaretê ne û ser pêwîstiya îstifaya dewleta niha û damezrandina  dewleta biçêk teqez dikin. 

 Xwenîşanderên lubnanî ji 17 Cotmehê riyên paytextê û riyên navbera bakur û başûrê welêt  girêdanê. Xwenîşanderên lubnanî hîn jî bi awayê bi aşitî tên lidarxistin.