Cotmeh 05, 2019 08:50 Asia/Tehran
  • Erebistan pêşnîyara Ensarullaha Yemenê hildikole

Erebistan pêşnîyara Tevgera Ensarullaha Yemenê jibo cureke agirbesê li vî welatî hildikole.

Tevgera Ensarullaha Yemenê 2 hefteyan berî nika pêşnîyar kir ku heke hevalbendîya zorbêj a seûdî êrişên xwe dijî Yeemnê bide sekinandinê, êrişên bi mûşekan û baslafirên bêpîlot ên hêzên yemenî ser Erebistanê jî dê werin bidawîanînê.

Bi derbasbûna 2 hefteyan ji wê pêşnîyarê rêjîma Erebistanê heta vê gavê bersiveke fermî derbarê qebûlkirin an qebûlnekirina wê pêşnîyarê de nedaye lê çavkanîyên dîplomatîk û leşkerî li Erebistanê ragihandin ku Rîyazê ji wê pêşnîyarê pêşwazî kirîye û jibo kutakirina wî şerê demdirêj di halê hilkolandina wê pêşnîyarê da ye.