Saziya Benderên Deryaya Sor, îdiayên Siûdiayn red kirin
Saziya Benderên Deryaya Sor, îdiayên Tirkî El-Malikî, berdevkê hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li bara îstifada yemeniyan ji bendera Hudeydê bo armancên eskerî red kirin.
Li gorî rapora kanala El-Alamê, vê saziyê raghand ku armanca îdiayên Tirkî Malikî, pînekirina destdirêjiya berdewam a hevalbendiya siûdî di dewama bombebaran û şidandina dorpêçkirina benderên Yemenê û çêkirina berbendan ser riya derbaskirina hewcetiyên însanî û pêwîst e.
Saziya Benderên Deryaya Sor teqez kir bendera Hudeydê bi şikleke pisporane rola xwe cih tîne û tu hêzeke eskerî têde tine û gemî bi îzna NY derbasî benderê dibin.
Wê saziyê her wiha ragihand: Hevalbendiya destdirêjkir a siûdî ev zêde ji mehekê ye ku pêşiya derbasbûna 13 gemiyên nifthilgir nav bendera Hudeydê digre tevî ku gemiyan îzna derbasbûnê hene.