Cotmeh 04, 2019 18:01 Asia/Tehran
  • Dozgeriya Giştî ya Erebistanê hikmê îdamkirina 45 kesan da

Dozgeriya Giştî ya Erebistanê hikmê îdamkirina 45 kesan bi tawana qaşo endamtiya li komeke terorîst da.

Li gorî rapora Sputnikê, Dozgeriya Giştî ya Erebistanê ji dadgehê xwest ku hikmê îdamkirina tîma 45 kesî bi mehna pûç a kiryarên terorîst cih bîne. Mehkemekirina formalîte ya wan kesana ji duh pêncşemiyê ve destpê bû.

Dozgeriya Giştî ya Erebistanê ya van kesana bi desthebûna di teqîna li hin mizgevtan li Ebha, Necran û El-Îhsayê û kuştina hêzên ewlehiyê ji wan serhengekî artêşê de tawanbar kiriye.

Erebistana Siûdî Nîsana buhurî jî 37 kes bi tawana  qaşo damezrandina  navendên terorîstî û  alozkirina ewlehiya giştî, îdam kirin lê hegera rastîn a van îdaman ku 32 kes ji wan şîe bûn, beşdariya li nerazîbûnên li dijî dewletê bû.