Îlon 21, 2019 08:13 Asia/Tehran
  • Amerîka derheq kuştina 30 kesên sivîli wilayeta Nengerhara Efganistanê de mukur hat

Artêşa Amerîkayê di daxûyanîyekê de mukur hat ku di encama êrişa bi balafira bêpîlot a vê dawîyê ya vî welatî ser wilayeta Nenegerhar a Efganistanê de zêde ji 30 sivîlên Efgan hatin kuştinê.

Artêşa Amerîkayê di daxûyanîyekê de idia kir ku êrişa bi balafira bêpîlot a vî welatî ku di roja Pêncşemê ser navça Wezîrtangî li şarê Xûgîyanî ser bi wilayeta Nengerharê de bi armanca jinavbirina meqerên koma têrorîst a DAIŞ`ê pêk hatîye lê bi şaşitî kesên sivîl kirine armanc.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê jî wek berteka himberî kuştina sivîlên Efgan di encama opêrasyona hewayî ya hêzên bîyanî li Nengerharê, tevî şermezarkirina wê êrişê, got ku kuştina sivîlan li Nengerharê qet nayê qebûlkirinê.

Balafirên cengê û leşkerên têrorîst ên amerîkî di mehên vê dawîyê de bi caran gelê mezlûm ê Efganistanê kirine armanc.