Li rojhilata Yemenê hejmareka pirr a destdirêjkerên Siûdî hatin kuştin
Îlon 20, 2019 18:22 Asia/Tehran
Çavkaniyên yemenî qala ziyanên giran ên canî ku li parêzgeha Hezermûtê li rojhilata Yemenê li destdirêjkerên siûdî ketine kirin û ragihandin ku fermandarekî pileberz ê artêşa Erebistanê jî hatiye kuştinê.
Çavkaniyên yemenî ragihandin ku 5 çekdarên Siûdî ji wan serheng Bender Etîbî, Fermandarê hevpeymaniya Siûdî li navçeya Wadiyê ya Hezermûtê, di encama operasiyona hêzên yemenî da hatine kuştin.
6 çekdarên din ên Siûdî jî di vê operasiyonê da birîndar bûn.
Li navçeya El Eberê û derbasgeha Wedîeyê li parêzgeha Hezermûtê jî du çekdar û sê kirêgirtiyên Siûdî ji ber teqîna bombeyê hatine kuştin.